NÛÇEYÊN KURDÎ

PARTÎYA ÇEP DÎYAR KIR KU WÊ PIŞTGIRÎYÊ BIDIN KEMAL KILIÇDAROGLÛ

Partîya Çep a ku tê îdiakirin ku wê tevlê Îtîfaqa Ked û Azadîyê bibe, li ser tifaqê daxuyanîyek da. Partîya Çep ê dîyar kir ku ew ê di bin navê Tifaqa Yekîtîya Hêza Sosyalîst de bi nav û nîşana xwe li hemû bajaran beşdarê hilbijartinê bibin.

Ji alîyê din ve partîya Çep dîyar kir ku ew ê di hilbijartinên serokomarîyê de piştgirîya namzedê serokomarîyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû bikin û wiha got, "Di qonaxa niha de em gelekî girîng dibînin ku rêkeftineke bi vê rengê pêk were. Li hemberê pirsgirêkên muhtemel ên di pêvajoya hilbijartinê de derkevin holê, em ê bi hemû hêzên muxalîf re bi piştgirîya Kemal Kiliçdaroglû re ji bo hilweşandina 'rejîma qesrê' têbikoşin. Em amade ne ku dawî li rejîma faşîst bînin û ji bo avakirina welatekî nû têkoşînê bilind bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.