NÛÇEYÊN KURDÎ

PARTÎYA DEMOKRAT LI 81 BAJARAN BI NAMZEDÊN XWE BEŞDARÊ HILBIJARTINAN DIBE

Partîya Demokrat (DP), dîyar kir ku di hilbijartinên herêmî de, ji tifaqê cûda wê li 81 bajaran namzedên xwe nîşan bikin.

PARTÎYA DEMOKRAT LI 81 BAJARAN BI NAMZEDÊN XWE BEŞDARÊ HILBIJARTINAN DIBE

Partîya Demokrat (DP), dîyar kir ku di hilbijartinên  herêmî de, ji tifaqê cûda wê li 81 bajaran namzedên xwe nîşan bikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê DP’yê  Îlay Aksoy, derbarê hilbijartina herêmî ya ku wê 31ê Adarê ya 2024an de were li dar xistin de daxuyanî da û got, “Em ê li 81 bajaran bi logo û namzedên xwe beşdar bibin.”

Aksoy ji rojnameya Cumhuriyetê bi Mehmet Oflaz re axivî û diyar kir ku ew li herêmên Ege û Başûrêrojhilat di encama xebatên ku kirine de bi israr in û wiha got, "Em ê li van herêman bi namzedên bi hêz û li ser navê xwe bikevin hilbijartinê. Niha gelek daxwaz hene û em dinirxînin.”

Wek partî em tenê li ser namzetan ranewestiyane. Endamên parlamentoyê jî, ji bo me girîng in. Dema em li Stenbol û Enqereyê dinêrin, piştê ku hûn piraniya Meclîsê negirin, Serokên şaredarîyê bi pirsgirêkên mezin re tên rû hev. Ji ber vê yekê jî em girîngiyeke mezin didin endamtiya Meclîsê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.