NÛÇEYÊN KURDÎ

PENÊRÊN AMEDÊ YÊN ZIVISTANÊ JI BO KIRÎNA WELATÎYAN AMADE YE

Penêrên zivistanê, bi taybetî jî penêrê kezî yên Amedê ku bi tescil e, ji bo xwarin û sandina welatîyan dest bi pêşkêşkirinê hat kirin

PENÊRÊN AMEDÊ YÊN ZIVISTANÊ JI BO KIRÎNA WELATÎYAN AMADE YE

Penêrê kezî ya Amedê, lavaş, penêrê têl û salamûra ku di mehên biharê de li Amedê bi kedeke mezin tê hilberandin, piştê ku demsala zivistanê nêzîk bû û hewa sar bû, ji depoyên sar ên ku di meha gulanê de hiştibûn hatin derxistin û danîn ser dezgeyan.

Penêrên tescîlkirî yên ku li navend, navçe û gundên Amedê tên hilberandin ji çar alîyê Tirkîyeyê re tên şandin û li ser sifreyan cîhê xwe digirin.

Li Bazara Penîrfiroşan a navçeya Sûrê kîloya penêrê zivistanê di navbera 170-190 lîreyan de tê firotin. Her wiha hat dîyarkirin ku li gelek navçeyên din bi taybetî li Kayapinarê bihayê penêr digihêje 220 lîreyê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.