NÛÇEYÊN KURDÎ

PERGALA RANDEVÛYA PENCEŞÊRÊ JI HEKÎMÊN MALBATÊ RE HATE VEKIRIN

Wezareta Tenduristîyê Pergala Randevûya Penceşêrê ji bijîjkên malbatê yên li seranserê welat re vekir. Tenê di 6 mehên ewil ên îsal de 4 milyon tehlîl hatine kirin û ji van bi qasê 1,3 milyon penceşêra pêsîrê hatine tespîtkirin.

PERGALA RANDEVÛYA PENCEŞÊRÊ JI HEKÎMÊN MALBATÊ RE HATE VEKIRIN

Wezareta Tenduristîyê Pergala Randevûya Penceşêrê ji bijîjkên malbatê yên li seranserê welat re vekir.

Wezaretê ji bo beşdarîya welatîyan a di tabloya penceşêrê de zêde bibe û zêdetir kes ji xizmetên bêpere fêdeyê werbigirin, Wezaretê herî dawî Pergala Randevûya Penceşêrê ya ku wek sepana pîlotê dihat sepandin, ji bijîjkên malbatê yên li seranserê Tirkîyeyê re vekir. Bi vê pergalê re, bijîjkên malbatê wê bangê mirovên ku ji wan berpirsyarên bikin û wan vexwînin ceribandina penceşêrê. Kesên ku kontrolên tenduristîyê qebûl bikin wê derbarê navendên ku kontrol lê bê kirin de bên agahdarkirin û randevû ji wan re bê girtin. Agahîyên randevûyê jî wê bi SMSê ji telefonên ên gel re bên şandin.

Hat dîyarkirin ku tenê di 6 mehên ewil ên îsal de 4 milyon tehlîl hatine kirin û ji van bi qasê 1,3 milyon penceşêra pêsîrê hatine tespîtkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.