NÛÇEYÊN KURDÎ

PEYKA ÇAVDÊRÎYÊ YA TIRKÎYEYÊ IMECE BER BI FEZAYÊ VE HAT ŞANDIN

Yekemîn peyka çavdêrîyê ya Tirkîyeyê IMECE ber bi fezayê ve hat şandin. IMECE wekî 'yekemîn satelîta çavdêrîyê ya navxweyî û neteweyî ya Tirkîyeyê ya bi rêjeya binê metreyê' tê zanîn.

Peyka IMECE ya ku ketina wê ya fezayê 3 caran taloq bû, îro bi saeta Tirkîyeyê saet di 09:47an de ji Baregeha Hêza Fezayê ya Vandenbergê ya li Kalîfornîyaya Amerîkayê hat avêtin.

Serokomar Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya bi vîdeoyê de derbarê mijarê de wiha got; “Ez spasîya her kesê ku di çêkirina wê de keda wan heye dikim.

IMECE wê bibe peyka herî pêşketî ya çavdêrîya navxweyî ya Tirkîyeyê. Çavê me wê li gelek warên wekî rêveberîya karesatê, çandinî û daristanî be."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.