NÛÇEYÊN KURDÎ

PIRTEQAL LI BEXÇE 4 TL, LI MARKETÊ 20 TL YE

Hat dîyarkirin ku di meha Çileyê de ferqa buhayê di navbera hilberîner û marketê de ji sedî 400 derbas bûye.

PIRTEQAL LI BEXÇE 4 TL, LI MARKETÊ 20 TL YE

Serokê Yekîtîya Odeyên Ziraetê ya Tirkîyeyê (TZOB) Şemsî Bayraktar di daxuyanîya xwe ya nivîskî de cudahîya buhayê ya di navbera hilberîner û marketê ya meha Çileyê de û sedemên cudahîyê nirxand.

 

Bayraktar dîyar kir ku di meha Çileyê da ferqa herî zêde ya di navbera hilberîner û pîyaseyê da bi sedî 404,2an di pirteqalan da pêk hatîye û wiha got: "piştê ferqa buhaya porteqalan bi ji sedî 396,7 mandalîna, ji sedî 385,2 lîmon û ji sedî 256,5 jî pîvaz tê."

 

Bayraktar bal kişand ku li pîyaseyê pirteqal û mandarin 5 qat, lîmon 4,9 qat, pîvaz jî 3,6 qat ji buhayê hilberîneran zêde tê firotin.

 

Bayraktar dîyar kir ku di meha Çileyê de li gor meha borî di pîyaseyê da ji 42 hilberan di 29 hilberan da bûhabûn pêk hat û di 13 hilberan da jî erzanî pêk hatîye û wiha got, “di pîyaseyê da berhema ku herî zêde buha bû, bi sedî 34,7an fasûlîyên kesk e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.