GÜNDEM

PISPORÊN TENDURISTÎYÊ RÛPÛŞK Û AŞÎYÊ PÊŞNÎYAR DIKIN

Li Amedê pisporên tenduristîyê, bi taybetî ji kesên kal û pîr re rûpûşk û aşîyê pêşnîyar dikin.

PISPORÊN TENDURISTÎYÊ RÛPÛŞK Û AŞÎYÊ PÊŞNÎYAR DIKIN

Li Amedê pisporên tenduristîyê, bi taybetî ji kesên kal û pîr re rûpûşk û aşîyê pêşnîyar dikin.

 

Dr. Jehat Kiliç ku yek ji bijîjkên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl e derbarê mijarê de nirxandinan kir û wiha got; ji sedî 60’ê kesên ku hatin nexweşxaneyê, encamên testa koronayê pozîtîf derket û li Amedê jî haletên koronayê zêde bûn."

Dr. Kiliç dîyar kir ku, ji ber feraseta ku li bajêr "Şewba bi dawî bûye" hejmara pêketîyan zêde bûye û wiha berdewamkir; "Bi taybetî pîr û kal, dema ku diçin hawîrdorek girtî divê bi qasê ku ji destê wan tê rûpûşkan bidin ber dev û pozên xwe. Her wiha divê kesên ku doza çaremîn a aşîyê wan tune ne, bi taybetî yên ku nexweşîyên wan ên cûda hene, divê aşîyê xwe bigirin."

 

 

Odeya Tabîban a Amedê jî destnîşan kir ku hejmara nexweşan, ji hejmarên fermî pir zêdetir e û banga tedbîran kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.