GÜNDEM

PISPORÊ SGK’Ê ERDÛRSÛN: MÛÇEYA MEMÛR Û TEQAWÎDAN WÊ JI SEDÎ 50 ZÊDE BIBE

Piştê daneyên enflasyonê yên meha îlonê eşkere bûn, pisporan dîyar kirin ku di serê salê de karmend û kesên teqawît wê li mûçeya wan ji sedî 50 zem bê kirin

PISPORÊ SGK’Ê ERDÛRSÛN: MÛÇEYA MEMÛR Û TEQAWÎDAN WÊ JI SEDÎ 50 ZÊDE BIBE

Piştê daneyên enflasyonê yên meha îlonê eşkere bûn, pisporan dîyar kirin ku di serê salê de karmend û kesên teqawît wê li mûçeya wan ji sedî 50 zem bê kirin.

Li gor daneyên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê (TUÎK) ku do eşkere kir, endeksa bihaya serfkaran di meha îlonê da li gor meha berê ji sedî 4,75 û li gor heman meha sala par jî, ji sedî 61,53 zêde bû. Pisporê SGK'ê Ozgur Erdûrsûn,

di daxuyanîya xwe ya li ser hesabkirina rêjeya zêdekirina karmend û kesên teqawîtbûyî yên piştê daneyên enflasyonê yên hatine eşkerekirin de wiha got, "Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyeyê enflasyona meha Îlonê ji sedî 4,75 ragihand.

Ji bo memûr û memûrên teqawîtbûyî, SSK û ji sedî 47 ji bo teqawîtbûyînên Bag-Kurê wê ji sedî 38 zêde bibe û berîya hilbijartinê wê bibe ji sedî 50. Li gor daneyên TÛÎK'ê di 1ê Tîrmehê de li mûçeya teqawîda ji sedî 25 zem hatibû kirin, di 3 mehan de ev zêdebûn ji ber bilindbûna enflasyonê fê fêde bû.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.