GÜNDEM

PISPOR: SKUTER DIBE SEBEBÊN QEZAYÊN BI TRAVMAYA MEZIN

Pisporan dîyar dikin ku skuterên bi ceyranê yên ku di van demên dawî de belav bûne û li kolanan û heta di trafîkê de tên bikaranîn, dibin sedema mirin û birîndarbûna giran

. Bijîjkên pispor ku gotin ji ber qezayên skuterê dozên ku serî li servîsên lezgîn ên nexweşxaneyan didin zêde bûne û hate dîyarkirin ku qeza ne tenê ji ber şofêran çêdibe, di dema çend veguheztinê de jî ketin, qelibandina peyayan û di bin siwareyê de perçiqandin jî hene. Pisporê Tiba Lezgîn a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ya Amedê Dr. Mehmet Ozel dîyar kir ku hejmara serîlêdanên lezgîn zêde bûne. Ozel axaftina xwe wiha domand; “Niha skuter wek navgîna sereke ya hatûçûnê tê bikaranîn. Em birînên ajokarên li ser skuterên bi ceyranê, rêw3ıyên zêde ku bi awayekî neguncayî li tenişta ajokar siwar dibin, peyayên ku bi ajokar re li hev dikevin, dibînin. Bi taybetî di heyama havînê de, ji ber birînên pir giran ên scooter em rastê serlêdanên servîsa acîl hatin." Bijîjkên pispor û welatîyên Amedê, ji bo van skuteran re çareserîya ewlehîyê xwestin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.