NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTÊ 7 SALAN QEDEXEYA BEŞDARÎYA ALÎGIRAN YA AMEDSPORÊ HAT RAKIRIN

Amedspor wê bi alîgir û hezkirîyên xwe re bikaribin biçe maçên derve.

PIŞTÊ 7 SALAN QEDEXEYA BEŞDARÎYA ALÎGIRAN YA AMEDSPORÊ HAT RAKIRIN

Amedspor wê bi alîgir û hezkirîyên xwe re bikaribin biçe maçên derve.

Li Amedspora ku di Koma Spî ya Lîga 2yemîn a TFFyê da beşdarbûna Play-Offê garantî kir, geşedaneke nû çêbû. Qedexeya beşdarîya alîgirên Amedsporê  yên di lîstikên bajarên din de piştê 7 salan hatîye rakirin.

Klûba Amedsporê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku qedexeya li ser alîgirê wan hatîye rakirin û got, “Em ê 20’ê Gulanê roja Şemîyê demjimêr di 15:00an de li stadyûma bajêr bi Menemen F.K. re werin pêşberê hev û ji bo maçê qedexeya beşdarbûna alîgiran tuneye.

Bilêtên tîma mêvan wê roja maçê li ber derîyê stadyûmê bên firotin. Bihayê bilêtê wek 40 TL hatîye dîyarkirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.