GÜNDEM

PIŞTÊ BIHAYÊ ZÊDE “KANTÎN A PIŞTEVANÎYÊ” HAT AVAKIRIN

Xebatkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil a Mereşê, piştî ku kantîna li nexweşxaneyê eşya bi buhayên giran firotibûn mexdûrên erdhejê, kantîna nû ava kirin.

PIŞTÊ BIHAYÊ ZÊDE “KANTÎN A PIŞTEVANÎYÊ” HAT AVAKIRIN

Xebatkarên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil a Mereşê, piştî ku kantîna li nexweşxaneyê eşya bi buhayên giran firotibûn mexdûrên erdhejê, kantîna nû ava kirin.

Li gor nûçeya ANKAyê xebatkarê kantînê piştê erdhejê, ji xebatkarên tenduristîyê û mexdûrên erdhejê re dest firotina amûran ya bi bihayekî fahîş kir. Piştê ev rewş hat ferq kirin, di navbera xebatkarên tenduristiyê û kantînê de nîqaş derket. Li ser vê yekê xebatkarên tenduristiyê jî di nav xwe de pere kom kirin û “Kantîna Piştevanîyê” ava kirin da ku mexdûrên erdhejê bê pere jê sûd werbigrin.

Xebatkara tenduristiyê Eren Taşdelen der barê mijarê de axivî û wiha got:

“Ez hîn bûm ku kantîna li vir her tiştî bi buhayên giran difroşe. Weke mînak 3 bîskuwîtan bi 80 lîreyî difiroşe personel û mexdûrên erdhejê. Rêveberiya nexweşxaneyê ji di nav de min her kesî tiştek piçûk berhev kir. Pêşî min çay û semovar danî, dest bi dayîna bêpere kir. Xwedîyê kantînê bertek nîşanê min da. Lê dîsa jî min dev ji vê yekê berneda û min berdewam kir. Hevalên min dest bi piştgiriyê kirin. AFAD û Heyva Sor piştgirî dan. Kantîna ku bihayê zêde dida karê wê rawestîya û kantîn girtin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.