GÜNDEM

PIŞTÊ KADÎR ÎSTEKLÎ YÛSÛF ZÎYA GUMUŞEL JÎ HAT BINÇAVKIRIN

Di çarçoveya doza derbarê zewaca zaroka 6 salî de piştî Kadîr Îsteklî, bav Yusuf Zîya Gumuşel jî hat binçavkirin.

PIŞTÊ KADÎR ÎSTEKLÎ YÛSÛF ZÎYA GUMUŞEL JÎ HAT BINÇAVKIRIN

Di çarçoveya doza derbarê zewaca zaroka 6 salî de piştî Kadîr Îsteklî, bav Yusuf Zîya Gumuşel jî hat binçavkirin.

Îdianameya der barê damezrînerê Weqfa Hîranurê Yusuf Zîya Gumuşel de ku keça xwe ya 6 salî bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re bi mehra mela zewicandîye di rojên borî de hat qebûlkirin. Di îdianameyê de ji bo Kadîr Îsteklî ne kêmî 30 sal, ji bo bav Yusuf Zîya Gumuşel û dayik Fatima Gumuşel jî ji 18 salan ne kêmtir cezayê girtîgehê hat xwestin. 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê ya Stenbolê der barê bersûc Kadîr Îstelî û Yusuf Zîya Gumusel de biryara girtinê da. Piştî Kadîr Îstelîyê ku li Pendîkê hat binçavkirin birin Midûrîyeta Şaxa Ewlekarîya Gel a Gayrettepeyê, bav Yusuf Zîya Gumuşel jî hat binçavkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.