NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTGIRÎYA ÇANDINÎYÊ DESTPÊ DIKIN

Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşcî, dîyarkir ku wê îro piştgirîya çandinîyê ji hesabê cotkaran re bê şandin.

PIŞTGIRÎYA ÇANDINÎYÊ DESTPÊ DIKIN

Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşcî, dîyarkir ku wê îro piştgirîya çandinîyê ji hesabê cotkaran re bê şandin. Kîrîşcî, di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got: “Em ê îro 77 mîlyon û 370 hezar û 403 lîreyên piştgirîya çandinîyê ji hesabên cotkaran bişînin. Bi xêr û xweşî be.” Wezîr Kîrîşcî destnîşan kir ku ji bo piştgirîya ceh û garisê 49 mîlyon û 196 hezar û 798 lîre, ji bo piştgirîya hilberîna tov 18 mîlyon û 310 hezar û 190 lîre û ji bo projeyên geşepêdana gundan jî 9 mîlyon û 863 hezar û 415 lîre wê bê dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.