NÛÇEYÊN KURDÎ

PIŞTGIRÎYA JI BO HERÊMA ERDHÊJÊ JI AMEDÊ RE NAYÊ DAYÎN

Esnafên Amedê ji desteka ku ji esnafê herêma erdhêjê re tê kirin, sûdê nagirin.

PIŞTGIRÎYA JI BO HERÊMA ERDHÊJÊ JI AMEDÊ RE NAYÊ DAYÎN

Esnafên Amedê ji desteka ku ji esnafê herêma erdhêjê re tê kirin, sûdê nagirin.

Serokê Îdareya Pêşketin û Piştevanîya Karsazîyên Piçûk û Navîn (KOSGEB) Ahmet Serdar Îbrahîmcioglu, li bajarên ku ji erdhêjê herî zêde zirar dîtine, bi Karsazîyên Piçûk û Navîn (KOBÎ) û esnafan re hat cem hev û naverokên projeya ku ji bo her kargehek re 750 hezar TL piştgirî wê bê dayîn, eşkere kir.

Îbrahîmcîoglu dîyar kir ku ji 200 hezar lîreyê heta 750 hezar lîreyê piştgirî wê li gor rewşa zirarê bê dîyarkirin û serlêdana bernameyê pir hêsan e û wiha axivî: "Karsazên li Semsûr, Meletî, Hatay, Mereş, Nurdagî û Islahîyeyê, li gel ku zirar nedîtibe lê belê ku ji sedî 30 zirara dahatê lê bandor bûbe jî wê bikaribe ji vê piştgirîyê sûdê werbigire. Hemû serîlêdan li ser înternetê têne wergirtin. Wê piştgirî bêyî teqsîtan li hesaban were razandin. Armanca me li vir ew e ku em karibin 100 hezar karsazî ji vê pakêtê bidin sûd werbigirtin."

Li gorê naveroka piştgirîyê ya ku hatîye ragihandin, navê Amedê ku tevê ji herêma erdhêjê ye jî nehatîyê bilêvkirin û ev yek jî tê wê wateyê ku esnafên erdhêjê yên Amedê nikarin ji vê piştgirîyê sûd werbigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.