NÛÇEYÊN KURDÎ

PLATFORMA EWLEHÎYA HILBIJARTINÊ BANG KIR! “HERIN SER SINDOQAN”

Platforma Ewlehîya Hilbijartinê ji bo tevlêbûna hilbijartina serokkomarîyê ya ku wê di 28’ê Gulanê de bê kirin bangewazîyek weşand.

PLATFORMA EWLEHÎYA HILBIJARTINÊ BANG KIR! “HERIN SER SINDOQAN”

Platforma Ewlehîya Hilbijartinê ji bo tevlêbûna hilbijartina serokkomarîyê ya ku wê di 28’ê Gulanê de bê kirin bangewazîyek weşand.

Di bangewazîyê de wiha hat gotin: “Piştê roja hilbijartinan dîyar bû û me bi hev re dît ku pêvajoya hilbijartinê di bin şertên ne wekhev de pêk hat û çavkanîyên cemawerîyê û medya bi awayekê bêhiqûqî hate bikaranîn. Rexneyên di raporên navnetewî û çapemenîya navnetewî de cih digirin ji bo welatê me cihê xemginîyê ye.”

Weke Platforma Ewlehîya Hilbijartinê em ê rapora xwe ya ku di derbarê pêvajoya piştê Tûra 2yemîn a Serokkomarîyê de tesbîtên me tê de cîh digre pêşkêşê raya giştî bikin.

Platforma Ewlehîya Hilbijartinê bang li hilbijêran kir ku ji bo tûra duyemîn a Hilbijartina Serokomarîyê biçin ser sindoqan û rayedarên li ser sindoqan jî bi heman biryardarîyê tevbigerin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.