NÛÇEYÊN KURDÎ

PLATFORMA KED Û DEMOKRASÎ YA AMEDÊ SERDANA AMED RADYO TV KIR

Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê, ji ber bûyera dizîyê serdana Amed Radyo TVyê kir û piştgirîya xwe dîyar kir.

PLATFORMA KED Û DEMOKRASÎ YA AMEDÊ SERDANA AMED RADYO TV KIR

Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê, ji ber bûyera dizîyê serdana Amed Radyo TVyê kir û piştgirîya xwe dîyar kir.

Heyeta Platforma Ked û Demokrasî ya Amedê, li Amed Radyo TV ya ku ji ber bûyera dizîyê nêzî hefteyekê berîya niha weşana wê ya bejayî hatîye qutkirin, ji bo piştgirîya xwe peşkeş bike zîyaret kir.

Heyeta platformê ji alîyê Rêvebirê Amed Radyo TVyê Ferat Mehmetoglû ve hat peşwazî kirin.

Berdevkê Platformê Şîyar Guldîken axivî û got, “AMED RADYO TV çav û guhên bajare Amedê ye. Ji bo bajarê me xizmeteke giran biha birêve dibin.

Em van êrîşên li dijî Amed Radyo TV tên kirin qebûl nakin. Em daxwaz dikin ku diz ên ku zîyan da ye tavilê  bên dîtin û bên darizandin. Em li ser navê hemû pêkhateyên xwe piştgirîya xwe ji AMED RADYO TV re dîyar dikin.”

Rêvebirê Amed Radyo TV Ferat Mehmetoglû jî, ji ber serdana heyeta Ked û Demokrasî ya Amedê spasîyên xwe pêşkêş kir.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.