NÛÇEYÊN KURDÎ

"PLATFORMA PARASTIN Û PIŞTEVANÎYA BAJÊR" HAT ÎLANKIRN

"Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr" bi kombûna 81 saziyên ku li Amedê di qada civaka sivîl de dixebitin hat avakirin.

"Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr" bi kombûna 81 saziyên ku li Amedê di qada civaka sivîl de dixebitin hat avakirin.

Di civîna çapemeniyê de, bi xwendina metna çapemeniya kurdî û tirkî, avakirina "Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê" hat ragihandin. Metna Kurdî ya daxuyaniyê ji aliyê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan, ya Tirkî jî ji aliyê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganîya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ve hate xwendin. Li ser navê platforma ku bi tevahî 81 sazî di Lijneya Damezirîner de cih digirin, Serokê Lijneya Rêveberiya DTSO Mehmet Kaya daxuyaniya bi sernavê "Em bajarê xwe, çand û dîroka xwe diparêzin" xwend û diyar kir ku. Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a ku avabûna wê hat ragihandin, dê pirsgirêkan binirxîne û ji bo çareseriya van pirsgirêkan xebatan bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.