NÛÇEYÊN KURDÎ

PLATFORMA PIŞTEVANÎYA KARSAZÊN AMEDÊ: BIRYARA DÎROKA HILBIJARTINA DTSO’YÊ BI BIRYAREKE KÊFÎ HAT DANÎN

Platforma Piştevanîya Karsazên Amedê derbarê hilbijartina DTSO’yê ku wê di 2’yê cotmehê de bê çêkirin de daxuyanîya çapemenîyê ya nivîskî weşand.

DTSO di daxuyanîyê de dîyar kir ku derbarê hilbijartinê de helwesteke kêfî heye û wiha pê de çû: “Rêveberîya DTSO’yê ya heyî, ji ber tirsa têkçûnê dîroka hilbijartinê ji demeka nêz re kişand. Aşkere ye ku ev biryar ji bo pêşîya karên kesên ku bi mafeke demokratîk namzetîya xwe deyne hatîye dayîn. Rêveberîya DTSO’yê rojeva hilbijartinê mezin kirîye û şêlûtî kirîye nav hilbijartinê.” Her wiha di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku fîrmayên ku heta 15’ê îlonê deynên xwe nedabin dê namzetîya wan neyên erêkirin. Di daxuyanîyê de hat xwestin ku hilbijartin herî nêz di dawîya mijdarê de bê kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.