NÛÇEYÊN KURDÎ

PLATFORMA TENDURISTÎYÊ YA AMEDÊ: EM Ê DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASYÎYÊ

Platforma Tenduristîyê ya Amedê “Belgeya Helwesta Hilbijartinê” eşkere kir.

PLATFORMA TENDURISTÎYÊ YA AMEDÊ: EM Ê DENGÊ XWE BIDIN DEMOKRASYÎYÊ

Platforma Tenduristîyê ya Amedê “Belgeya Helwesta Hilbijartinê” eşkere kir.

Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan daxuyanî xwend û wiha got, “Di pêvajoya ber bi vê hilbijartina krîtîk de, em şahid in ku hikûmetê bi her awayî zext li hemû komên muxalîf kir û li bajarên  cuda li dijî hêzên muxalîf û hilbijartinên demokratîk êrîş pêk anî.”

Di berdewama daxuyanîya xwe de jî Tûran wiha îfade kir, "Ji ber hilweşîna ku hikûmetê di nava 21 salan de di hemû qadên jîyanê de bi taybet jî di warê tenduristîyê de pêk anîye, em bi wêneyekî giran re rû bi rû ne.

Bi hişmendîya ku bê demokrasî ji bo tenduristî û siberoja hemû welatîyan, bi taybetî xebatkarên tenduristîyê yên ku wê di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de dengê xwe bidin, tenduristî çênabe; em bang li wan dikin ku ji bo demokrasîya piralî û guhertinê tercîhên xwe bikin. Werin em tercîha xwe ji bo kesên wekhev, gihîştî, jêhatî, azad û daxwaza tenduristîyê bi zimanê xwe yê zikmakî bi kar bînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.