NÛÇEYÊN KURDÎ

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ: ZIMAN Û NASNAME XETA ME YA SOR E

Platforma Zimanê Kurdî bang li namzedên parlementerîyê kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û astengîyên li pêşîyê ne jî ben rakin.

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ: ZIMAN Û NASNAME XETA ME YA SOR E

Platforma Zimanê Kurdî bang li namzedên parlementerîyê kir ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û astengîyên li pêşîyê ne jî ben rakin.

Platforma Zimanê Kurdî, daxwaz û hêvîyên xwe yên ji hilbijartina 2023an bi daxuyanîyeke Çapemenîyê ji raya giştî re ragihand. Platformê di daxuyanîyê de got, "Ziman û nasnameya Kurdî xeta me ya sor e. Divê zimanê Kurdî ji bo hemû namzetan bibe pîvana hevpar." Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî dîyar kir ku ew ji bo daxwazên xwe ji partîyên sîyasî piştgirî dixwazin û ji partîyan jî xwest ku ji nav kesên ku bi Kurdî dizanin namzetên xwe hilbijêrin. Cizîrî destnîşan kir ku divê namzet herî kêm zaravayekî Kurdî bizanibin û axaftina xwe wiha berdewam kir, “Pêwîste Kurdî di her alîyê jîyanê de bê dîtin. Hewceye ji bo hemû berendaman bibe pîvan. Em dixwazin namzedên Kurd bi Kurdî biaxivin, civînên xwe bi Kurdî bikin, di civînan de bi Kurdî biaxivin û bi Kurdî sloganan biqîrin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.