GÜNDEM

POLÊSÊ KU BÛBÛ SEDEMA MIRINA CÎHAN CAN CEZAYÊ PERE LÊ HAT BIRÎN

Polîsê H.A yê ku li Amedê endezyar Cîhan Can bi maşîna zirxî qetil kir, 21 hezar û 200 TL cezayê pere lê hat birîn.

POLÊSÊ KU BÛBÛ SEDEMA MIRINA CÎHAN CAN CEZAYÊ PERE LÊ HAT BIRÎN

Polîsê H.A yê ku li Amedê endezyar Cîhan Can bi maşîna zirxî qetil kir, 21 hezar û 200 TL cezayê pere lê hat birîn.

 

 

Danişîna doza polîs H.A.yê ku di sala 2019'an de bi otobusa zirxî ya polîsan endezyar Cîhan Can perçiqand bi îdiaya "Bi xemsarî bûye sedema mirinê" li 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin.

Dema birayên Can û parêzerê malbatê Fuat Coşacak û parêzerê bersûc tev li danişînê bûn, polîsê bersûc H.A. beşdarê danişînê nebû.

 

 

Piştî parastinan heyeta dadgehê biryar da ku sûcê ku ji ber îhmalkarî hatiye kuştin hat tayînkirin û 3 sal û 6 meh ceza birî. Piştre jî cezayê 2 sal û 11 mehan daxist û veguherand 21 hezar û 200 cezayê pere.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.