NÛÇEYÊN KURDÎ

PROJEYA VEGUHERÎNA BAJARÎ YA KAYNARTEPEYÊ HATE RAWESTANDIN

Projeya Veguherîna Bajarî ku bi hevkarîya Wezareta Guherîya Îqlîm û Bajarsazî ya Hawirdorî û Şaredarîya Mezin a Amedê dest pê kiribû bi serlêdana dadgehê ya Odeya Avahîsazan hate rawestandin.

Derbarê rawestandina projeya veguherîna bajarî ya li taxa Kaynartepeyê ya Baglarê de, Şaredarîya Baglarê daxuyanî da û daxuyanîyê de wiha got: “Li Kaynartepeyê cara pêşîn di qadeka 54 metrekareyan de veguherîn hate dest pê kirin û ji bo xwedîyê xanîyan pere hate dayîn. Odeya Avahîsazên Amedê bi kîjan hincetê serî li dadgehê daye ew agahî negihîştîye me, em dixwazin Baglarek nû ava bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.