NÛÇEYÊN KURDÎ

‘QANÛNA ÇAPEMENÎYÊ’ DI ROJNAMEYA FERMÎ DE HAT WEŞANDIN

Guhertina Qanûna Çapemeniyê û qanûnên ku wekî "Rêziknameya Dijî Dezenformasyonê" tê binavkirin, piştê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket merîyetê.

‘QANÛNA ÇAPEMENÎYÊ’ DI ROJNAMEYA FERMÎ DE HAT WEŞANDIN

Guhertina Qanûna Çapemeniyê û qanûnên ku wekî "Rêziknameya Dijî Dezenformasyonê" tê binavkirin, piştê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin ket merîyetê. Xala 6emîn û hin xalên xaleke Qanûnê ya ku bi erêkirina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da hat weşandin, wê di 1ê Nîsana 2023yan da bikeve meriyetê. Hikmên din jî, ji roja weşandina qanûnê, ango ji îro ve ketin meriyetê. Bi vê "Qanûna Sansûrê" re, hem li ser weşana azad ya malperên înternetê, hem jî di medya civakî de û nivîsên taybet ên welatiyan de li ser welatiyan metirsî û zexta li ser ifadeya azad bû qanûn. Li gorî vê, wê li kesên ku agahiyên neçê û nerast bi awayekî eşkere li raya giştî belav bike, wê ji salekê heta 3 salan bi cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.