GÜNDEM

"’QANÛNA XWEGIHÎŞTINÊ’JI ALÎYÊ HIKÛMETÊ VE TIMÎ TÊ TALOQKIRIN”

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) bi wesîleya 3'ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê daxuyanîyek da.

Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) bi wesîleya 3'ê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê daxuyanîyek da.

Hevserokê SES'ê yê Şaxa Amedê Şîyar Guldîken daxuyanî xwend. Dîken wiha got, “Em ji danûstandinên butçeya 2023’an fêm dikin ku hikûmet naxwaze di sala pêş de gavên daîmî bavêje. Lê belê li welatê me zêdetirê 10 milyon welatiyên astengdar rastî cudakarî yên sîstematîk tên.  Di dema mafên ku bi têkoşîna welatîyên astengdar hatine bidestxistin yek bi yek paşde diçin de "qanûna xwegihîştinê" ya ku ji sala 2005'an û vir ve divê bê tetbîqkirin, ji alîyê hikûmetê ve timî tê taloqkirin. Alîkarîyên ku ji bo astengdar û xizmên wan tê dayîn, ji dahata bingehîn a hemwelatîbûnê, mûçeya kêmtirîn û sînorê birçîbûnê gelekî kêmtir e. Divê ji bo astengdaran bi budçeyeke berfireh xizmetên giştî ji nû ve bên organîzekirin. Weke KESK em daxwaz dikin ku xizmetên giştî yên bingehîn ên ji bo astengdaran, karmend û butçeya ku ji bo vê yekê hatîye veqetandin bi awayekê mafdar bê zêdekirin. Di warê xebatkarên cemawerîyê û welatîyên astengdar de, divê polîtîkayên gel ên ku li gorê maf, daxwaz û rewşên jêrîn tên xwestin, demildest bên bicihanîn.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.