NÛÇEYÊN KURDÎ

QEDEXEKIRINA LÎSTIKA KURDÎ YA LI TETWANÊ DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Derbarê şanoya bi kurdî ya ku ji alîyê qeymeqamtîya Tetwanê ve hatibû qedexe kirin, pirsyarname ji meclîsê re hat pêşkêşkirin.

QEDEXEKIRINA LÎSTIKA KURDÎ YA LI TETWANÊ DI ROJEVA MECLÎSÊ DE YE

Derbarê şanoya bi kurdî ya ku ji alîyê qeymeqamtîya Tetwanê ve hatibû qedexe kirin, pirsyarname ji meclîsê re hat pêşkêşkirin.

Lîstika ŞanoWan a bi navê "Haylo Dîsa Tevhîhev Bû” ku dihat plankirin li Navenda Çandê ya Şaredarîya Tetwanê were lîstin û ji alîyê Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê ve hatibû organîzekirin, ji alîyê Qeymeqamtîya Tetwanê ve hatibû betalkirin.

Parlamenterê Partîya Çep a Keskan a Bedlîsê Huseyîn Olan, di pêşnûmeya ku bi daxwaza Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya bersiv bide pêşkêşê Meclîsê kir.,

Derbarê qedexekirina şanoya Kurdî de di pirsyarnameya xwe de wiha got, “Şanoya bi navê "Haylo Dîsa Tevhîhev Bû” ku dihat plankirin wê di 19ê Hezîranê de li Salona Çand û Kulturê ya Şaredarîya Tetwanê bê li darxistin, ji alîyê qeymeqamtîya navçeyê ve çima hat qedexe kirin?

Gelo sedemê qedexekirina wê ji ber bi zimanê Kurdî bû an na? Lîsteyek amade ya lîstikên qedexe li cem wezareta we heye gelo? Ger hebe li Tirkîyeyê kîjan lîstikên şanoyê qedexeye û sedemê qedexeya wan çîye?”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.