NÛÇEYÊN KURDÎ

QEDEXEYÊN ROJA HILBIJARTINÊ HATE WEŞANDIN

Biryara Lîjneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya qedexeyên ku di roja dengdayînê ya Hilbijartina Rêveberîya Herêmî ya ku wê di 31ê Adara 2024an de bê kirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

QEDEXEYÊN ROJA HILBIJARTINÊ HATE WEŞANDIN

 

Li gorê biryarê, roja hilbijartinê ji saet 06:00an heta saet 23:59an li dezgehên vexwarinê û cîhên giştî, firotina vexwarinên alkol û vexwarina her cure alkolê qedexe ye. Ji bilî kesên ku ji parastina ewlekarî û nîzama giştî berpirsyar in, wê ti kes nikaribe çekan hilgire.

Di heyama dengdanê de wê hemû cîhên şahîyê yên giştî girtî bimînin û li restoranan tenê xwarin wê bê dayîn.

Dawet piştê saet 18:00'an dikarin bên lidarxistin. Weşana encamên hilbijartinê piştê saet 21:00’an wê serbest be.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.