NÛÇEYÊN KURDÎ

QEDEXEYÊN ROJA HILBIJARTINÊ SIBÊ DEST PÊ DIKIN

Bi sedem hilbijartinên roja Yekşemê wê qedexeyên hilbijartinê sibe bikeve merîyetê. Dengdan wê li seranserê welat demjimêr di 08:00an de dest pê bike û wê demjimêr di 17:00an de jî bi dawî bibe.

Qedexeyên roja hilbijartinê wê ji serê sibê ve destpê bike. Li gor vê yekê wê ji demjimêr ji 06.00an û pê de heta demjimêr nîvê şevê 24.00’an firotina vexwarinên alkolê wê bê qedexekirin.

Di roja hilbijartinê de hemû cihên şahîyê yên giştî yên wekî qehwexane û kafeyên înternetê wê girtî bimînin. Li cîhên şahîyê tenê xwarin dikarin werin pêşkêş kirin. Dawet jî wê piştê demjimêr 18:00'an dikarin bên lidarxistin.

Li niştecihan ji bilî kesên ku ji parastina ewlekarî û nîzamê berpirsyar in, wê kes nikaribe çekan hilgire û li ser xwe bigerîn e. Qedexeya propagandayê ya ku îro demjimêr di 18:00an de dest pê dike, wê 24 demjimêran berdewam bike.

Heta sibê sindoq bên girtin û dengdayîn bi dawî bibe, nûçe û weşanên ku propagandayê dikin wê bên qedexe kirin. Piştê demjimêr 21:00'an hemû weşan wê serbest bin û qedexe bên rakirin. Ger YSK bixwaze wê bikaribe vê demê bi pêş de jî bîn e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.