NÛÇEYÊN KURDÎ

QEDEXEYA WALÎTÎYA AMEDÊ YA HEMÛ ÇALAKÎYAN ÎRO DESTPÊKIR

Walîtîya Amedê ji ber "meşa azadîyê" heta 15ê Sibatê saet 23:59an ji bilî çalakî û bernameyên ew guncav bibînin, hemû çalakî û daxuyanîyan qedexe kir.

QEDEXEYA WALÎTÎYA AMEDÊ YA HEMÛ ÇALAKÎYAN ÎRO DESTPÊKIR

Walîtîya Amedê çalakîyên wekê meş û daxuyanîyên çapemenîyê yên li qadên vekirî 8 roj qedexe kir.

 

Di daxuyanîya Walîtîya Amedê ya derbarê qedexeyên ku îro da destpêkirin de wiha hat gotin:

"Ji xeynê çalakîyên ku Walîtîya Amedê û qeymeqamtîyan guncav dîtine, derbarê çalakîya girseyî ya ku hat hînbûn li Rihayê ji ber bangên derqanûnî û rêxistinî bê lidarxistin de ji ber nirxandina dibe ku ji bajarê me jî wê beşdarbûna vê çalakîyê çêbibe, her cure çalakîyên ku tê xwestin li qadên vekirî bên lidarxistin (kombûn, meş, daxuyanîya çapemenîyê, greva birçîbûnê, çalakîya rûniştinê, mîtîng, vekirina standê, vekirina kon, belavkirina broşur, daliqandina afîş/pankartan) ji saet 00:01ê 8ê Sibata 2024an heta 15ê Sibata 2024an saet 23:59an, ji bo 8 rojan qedexe ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.