NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYÛMÊ ŞAREDARÎYA BISMILÊ TABELAYÊN BI KURDÎ RAKIR

Qeyûmê Şaredarîya Bismilê tabelaya Kurdî ya "Hûn bi xêr hatin" a li ser rêya Taxa Selatê rakirin û li şûna wê tabelayeke Tirkî lê kir.

QEYÛMÊ ŞAREDARÎYA BISMILÊ TABELAYÊN BI KURDÎ RAKIR

 

Qeyûmê Şaredarîya Bismilê, tabelayên Kurdî yên li ser "Selet" û "Seleta jor" ên li ser rêya Taxa Salatê ya ku berê bajarok bû, hatibûn danîn rakirin û li şûna wan “Yukarı Salat” û “Aşağı Salat” kirin.

Di serdema Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) de di sala 2015'an de li taxa ku berîya Qanûna Bajarê Mezin bajarok bû, tabelaya "Hûn bi xêr hatin" hatibû daliqandin.

Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînê şûna wî hat kirin, bertek nîşanê rakirina tabelayên Kurdî da.

Orhan Ayaz anî ziman ku rakirina tabelayê nîşaneya polîtîkayên înkarê ye.

Ayaz, dîyar kir ku bêtehamulîya hikûmetê ya li hemberê zimanê Kurdî dewam dike û wiha got, "Di pirsgirêka Kurd de desthilatdarîya ku ji bilî polîtîkayên ewlekarîyê ti rojeveke wê ya siyasî tine, bi pêkanînên xwe yên ewlehîyê re destkeftîyên demokratîk ên di dîroka 100 salî ya demokratîk a komarê de hebûn ji holê rakirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.