GÜNDEM

QEYÛMÊ ŞAREDARÎYA YENÎŞEHÎRÊ 4 PARSEL DANE BER FIROTINÊ

Şaredarîya Navçeya Yenîşehîrê ya ku di bin rêveberîya qeyûmê de ye, li Taxa Dokuzçeltikê 4 parselên ku bi sedan mal û kargeh lê ne, dane ber firotinê.

4 parselên li kêleka avahîya Şaredarîya navçeya Yenîşehîrê ye di 24ê Çile demjimêj di 10.00an de tê îhale kirin. Parselên ku ji 50 donimî pêktê wê bi rêbaza teklîfa veşarî bên îhale kirin. Li ser parselên ku tên firotin bi sedan xanî û kargeh hene. Derbarê rewşa vehewandin û kar ya hemwelatîyan de tu plan heye an na, daxuyanî nehat dayîn. Berdêla demborî ya îhaleyê 5 milyon û 237 hezar lîreye û ji bo nirxê wê jî wek 174 milyon û 575 hezar lîre hatîye dîyarkirin. Teqsîdê ewil pêşin, yê mayî jî di navbera du mehan de wek 4 teqsîd wê bên dayîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.