NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYMAQEMTÎYA ŞÎŞLÎ ŞANOYA BI KURDÎ ‘QRAL Û TRAVÎS” QEDEXE KIR

Şanoya Kurdî roja ku li Stenbolê bihata pêşkeşkirin ji alîyê qeymeqamtîya navçeyê ve hat qedexekirin.

QEYMAQEMTÎYA ŞÎŞLÎ ŞANOYA BI KURDÎ ‘QRAL Û TRAVÎS” QEDEXE KIR

 

Şanoya Kurdî roja ku li Stenbolê bihata pêşkeşkirin ji alîyê qeymeqamtîya navçeyê ve hat qedexekirin.

 

 

Şanoya 'Qral û Travîs' a ku ji alîyê Şano Ar ê ku li Êlihê xebatên xwe didomîne ve wergerandibû Kurdî û li Dîlok û Agirîyê astengî lê hatiibû dayîn, ji alîyê Qeymeqamtîya Şîşlî ya Stenbolê ve hat astengkirin.

 

 

Lîstika şanoyê ya ku Deniz Ozer û Bahoz Ozsunar dileyîzin, dihat payîn ku şeva borî li Stenbolê were lîstin. Ji ekîba şanoyê ya ku bilêtên wan hatibû firotin re hat ragihandin ku şano wê neyê lîstin, lê belê sedema astengkirinê nehate dîyarkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.