NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYMEQAM, BI HINCETA PÊŞWAZÎYA WÎ NEKIRÎYE LI MIFTÎ GILÎ KIR!

Li Çinarê niqaşên “Pêşwazîyê” ya di navbera qeymeqam û miftî de, bû mijara lêpirsînê.

QEYMEQAM, BI HINCETA PÊŞWAZÎYA WÎ NEKIRÎYE LI MIFTÎ GILÎ KIR!

Li Çinarê niqaşên “Pêşwazîyê” ya di navbera qeymeqam û miftî de, bû mijara lêpirsînê.

Li gor îdîayê Qeymeqamê Çinarê yê Amedê Mûhammed Fatîh Gunlu, telîmat daye Miftîyê Navçeyê Ferît Bîlgîn û gotîye, "Roja Înê weazê nede, bi min re hevdîtinê bike, here gund û li benda min bimîne." Derbarê Muftî Bîlgîn ê ku van şertan pêk neanîye de lêpirsîn hat vekirin.

Li gor nûçeya Amîda Haberê, hat dîyarkirin ku Alîkarê Serokê Dîyanet-Senê Omer Evsen îdiayên di navbera qeymeqam û miftî de piştrast kirîye.

Evsen dîyar kir ku di navbera qeymeqam û miftî de ev demeke nîqaş didome û wiha got, “Wer xuyaye ku hewldana qeymeqam hinekî ji temen ciwanîya wî tê, her wiha hewl dide weke ku bi gelê herêmê re be xwe nîşan bide û vê îdraqê di nava gel de pêk bîne û ji ber çûna her aksîyonê helbet dibe sedem ku çewtî jê çê bibe.

Divê amîr, memûrê xwe biparêze û hewl nede ku wî biperçiqîne. Qeymeqamê navçeyê belkî nizane mobîng çi ye. An jî dibe ku wî mezinahîya pirsgirêkê fêhm nekiribe, ji lew her çi dike weke ku erk û wezîfe be bi nav dike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.