NÛÇEYÊN KURDÎ

“QEYMEQAMÊ KU BI SIWAREYÊ PÊ LI ZAROK KIRIBÛ LEZA WÎ ZÊDE Û SERXWEŞ BÛ YE”

Di encama lêkolîna pisporan de hat tesbîtkirin ku Qeymeqamê Kercewsê Server Sînanoglûyê ku li Amedê bi siwareya fermî pê lê Mûhammed Çelîk ê 13 salî kir û qetil kir, hem serxweş bû hem jî leza wî 2 qat ji ya normal zêde bû ye.

Li gor rapora ku ji alîyê Sazîya Tiba Edlî ve hat amadekirin piştê qezaya ku di 15ê Tîrmeha 2022an de li navçeya Bismila Amedê pêk hat, di kontrolkirina ewil a piştê qezayê de derket holê ku Sînanoglû wek 0,25 pile promîl alkol bikar anîye û serxweş e. Di lêkolîna bûyerê de li gorê asta xeletîyê Muhammed Çelîk wekî sûcdarê esil û Qeymeqam Sinanoğlu jî ji ber ku lambeya sor a trafîkê îhlal kirîye kêm qusûr hat dîtin. Li gor rapora ku Pisporê Trafîkê li ser daxwaza Dadgeha Cezayê Giran a 11emîn a Amedê amade kir, leza siwareya Qeymeqam Sînanoglû 2 qat ji ya normal zêdetir bû. Serdozgerê Komarê yê ku nêrîna xwe pêşkêşî dadgehê kir, ji ber sûcê "bi îhmalkarî bûye sedema mirinê” li Sînanoglû ji 2 sal û 8 meh heta 9 salan cezayê girtîgehê talep û daxwaz kir. Heyeta dadgehê, rûniştin taloq kir. Murat Çelîk ê bavê zarok ê 13 salî jî anî ziman ku di berdêla gilî nekirin de soza piştgirîya madî û manewî hatîye dayîn û soza xwe neanîye cîh û bersiva telefona wan jî nade. Derket holê Sînanoglû yê ku piştê qezayê mehek û 7 roj di hepsê de mabû, ji kar nehatîye avêtin û piştê bûyerê li Çorumê wek Şêwirmendê Hiqûqê yê Walîtiya Çorumê hat tayînkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.