NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYMEQAMÊ KU TÊ GOTIN LI MELE XISTÎYE: MIN DERB NEKIR, HIŞYAR KIR

Qeymeqamê ku tê îdîakirin li navçeya Pasûr a Amedê li mele xistîye daxuyanî da. Qeymeqamê Pasûrê Burak Akeller derbarê bûyera ku Walîtîya Amedê lêpirsîn daye destpêkirin de daxuyanî da.

Li gor îdîayan Qeymaqam Akeller ku ji bo nimêjê çûbû mizgeftê, ji ber ku mele M.K. xutbeyê kêm xwendîye, wî birîye odeya mele û wî bi mîkrofona ku pê xutbeyê dixwend, derb kirîye. Li ser vê rewşê mele rapora derbkirinê girt û gilîyê sûc kir.

Akeleller di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku wî li M.K. nexistîye lê ji ber ku wî hin beşên xutbeyê kêm xwedîyê hişyarî daye wî. Akeller di daxuyanîya xwe de wiha got, "Di xutbeya ku divê her hefte ji hêla Midûrîyeta Giştî ya Wezîfeyên Olî ve bê xwendin vê hefteyê duaya rehmetê ya ji bo şehîdên me nehat xwendin, min bertek nîşan da.

Dema mele got 'Zext li min tê kirin, Ji ber vê yekê min nexwend’, ez li ser vê bersivê hêrs bûm û min got: ‘Tu meleyê dewletê yî, ki dikare zextê bike?’ Paşê çû rapora derbkirinê wergirtîye. Lê di raporê de tê gotin ku ne êrîşeke weke ku tê gotin pêk hatîye, lê lingê wî diêşe tê nivîsandin. Min vê bûyerê ji Walîyê me re ragihand. Wek ku hat îdiakirin, min wekî nûnerê dewletê, tu kesê derb nekirim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.