NÛÇEYÊN KURDÎ

QEYMEQAMTÎYA TETWANÊ LÎSTIKA ŞANOYA KURDÎ BETAL KIR

Qeymeqamtîya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" ya ku dihat bendêkirin ji alîyê Şanoya Mencelê ve di 31'ê Gulanê de were lîstin, betal kir.

QEYMEQAMTÎYA TETWANÊ LÎSTIKA ŞANOYA KURDÎ BETAL KIR

Qeymeqamtîya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" ya ku dihat bendêkirin ji alîyê Şanoya Mencelê ve di 31'ê Gulanê de were lîstin, betal kir. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; Qeymeqamtîya Navçeyê pêşî îdîa kiriye ku di Navenda Çandê de pirsgirêkeke teknîkî derketiye. Dema ku ekîba lîstikê diçe navenda çandê û pirsgirêka teknîkî dipirsin, bersiva "Pirsgirêk tune, hûn dikarin werin û bilîzîn." digirin. Lê hat dîyarkirin ku qeymeqamtî bêyî ku hincetekê nîşan bide destûr nedaye lîstikê werê lîstin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.