NÛÇEYÊN KURDÎ

QEZAYA LI SER RÊYA AMED-RIHA’YÊ: KESEK MIR 5 KES BIRÎNDAR BÛN

Di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Amed-Rihayê qewimî de; 3 jê giran, 5 kes birîndar bûn, kesek jî jiyana xwe ji dest da.

QEZAYA LI SER RÊYA AMED-RIHA’YÊ: KESEK MIR 5 KES BIRÎNDAR BÛN

Di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Amed-Rihayê qewimî de; 3 jê giran, 5 kes birîndar bûn, kesek jî jiyana xwe ji dest da. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin di qezaya ku li Taxa Pirînçlîk ya Kayapinarê pêk hat de, mînîbûsa ku ber bi Amedê ve diçû, ji paş ve li tirê ku di heman rê de diçû qelibî. Ekîbên tenduristîyê dîyarkirin ku kesek jiyana xwe ji dest daye, 3 ji wan giran 5 kes jî rakirin nexweşxaneyên bajêr. Cenazeyê kesê ku di qezayê de jiyana xwe ji dest da, ji bo otopsîyê rakirin morga nexweşxaneyê. Ajokarê tirê ji bo jêpirsînê birin midûrîyeta polîsan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.