NÛÇEYÊN KURDÎ

QUMAŞÊ "ŞEL Û ŞEPIK" BELGEYA QEYDA NÎŞANEYA ERDNÎGARIYÊ WERGIRT

Li ser serlêdana Şaredarîya Navçeya Eruhê ya Sêrtê, qumaşê "şel û şepik" ji Daîreya Patent û Nîşanên Tirkîyeyê belgeya qeyda nîşaneya erdnîgariyê wergirt.

QUMAŞÊ

Li ser serlêdana Şaredarîya Navçeya Eruhê ya Sêrtê, qumaşê "şel û şepik" ji Daîreya Patent û Nîşanên Tirkîyeyê belgeya qeyda nîşaneya erdnîgariyê wergirt. Hat ragihandin ku sînorê erdnîgarî yê qumaşê Agirî, Êlih, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Dêrsim û Wan e. Şaredara Erûhê Cevher Çîftçî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "şal û şepik a ku bi sedsalan li navçeya me tê dirûtin, ev 50 sal in hatiye jibîrkirin, lê belê li Atolyeya Navenda Perwerdehiya Gel a Erûhê, Şal Şepik ev çend sal in ji nû ve dest bi dirûtina wan hatiye kirin. Em gelek kêfxweş in ku şal û şepik ji nû de dîsa hatiye tescîl kirin. Spas ji bo kesên keda wan tê de heye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.