NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊJEYA ZÊDEKIRINA MÛÇEYA MEMÛR Û TEQAWÎDAN ÎRO DÎYAR DIBE

Piştê daxuyanîya do ji alîyê Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Işikhan a ku gotibû, "Em ê sibe pêvajoya zêdekirina mûçeya memûran bi dawî bikin" wê îro civîn bê li darxistin û rêjeya zêdekirina mûçeya memûr û teqawîdan wê eşkere bibe.

Lîjneya Hakemê ya memûran ya ku piştê hikûmet û nûnerên memûran di muzakereyên peymanên komî de derbarê 4 milyon memûr û 2 milyon û nîv memûrên teqawîdbûyî de li hev nekirin, ketibû dewrê, wê îro civîna xwe ya 5emîn û ya dawî li dar bixe.

Biryara ku di civînê de bê dayîn wê ya qethî be û wê nayê îtîrazkirin. Daxwaza zem ya Memûr-Senê ji bo sala 2024’an ji sedî 70, ji bo sala 2025’an jî ji sedî 40 bû. Her wiha mehane jî 7 hezar û 650 lîre alîkarîya kirê tê xwestin.

Serokê Memur-Senê Alî Yalçin, berîya pêvajoya muzakereyê dest pê bike de daxuyanî dabû, gotibû "Piştê vê demê bi vê mûçeyê ne siware û ne jî xanî pê nayê kirîn.

Divê mûçe ne di bin 30 hezar lîreyê de be û jê zêdetir be.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.