NÛÇEYÊN KURDÎ

ÊRÎŞ LI STANDA HUDA PARÊ HAT KIRIN! POLÊS JI ÊRÎŞKERAN RE GOT “EW NE HDPYÎ NE”

Li Trabzonê standa ku ji alîyê HUDA PARê ve hatibû danîn êrîş lê hat kirin.

ÊRÎŞ LI STANDA HUDA PARÊ HAT KIRIN! POLÊS JI ÊRÎŞKERAN RE GOT “EW NE HDPYÎ NE”

Li Trabzonê standa ku ji alîyê HUDA PARê ve hatibû danîn êrîş lê hat kirin.

Hat dîtin ku polêsên hewl didan êrîşê asteng bikin, bi gotina “Ew ne HDPyî ne” hewl didan ku êrîşkeran aş bikin. Li gor nûçeya ku di Rojnameyê Dûvarê de hatîye weşandin, berîya mîtînga Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ya li Trabzonê, ji bo belavkirina broşuran ji alîyê HUDA PARê ve li ser Kolana Kahramanmaraşê stant hat danîn.

Hat dîyarkirin ku hin ji gelê Trabzonê ku di wê kuçeyê re derbas dibûn, bertek nîşanê standê dan, bi dirûşmeya “Ne Mûtlû Tirkim” êrîş birin ser standê û pankartên partîyê jê kirin. Polîsên ku sewqê cihê bûyerê bûn, li derdora standê tedbîr girtin. Balkêş bû ku polîsan dema dixwestin kesên êrîşker ji herê dûrbikin, ji bo wan aram bike digotin “Na na ev ne HDPyî ne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.