DÜNYA

RÛSYA: AMERÎKA BI QESTÎ ŞERÊ LI UKRAYNAYÊ DIRÊJ DIKE

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu diyar kir ku DYA bi zanebûn pevçûna li Ûkraynayê dirêj kiriye û got, "Hemû armancên ku (li Ûkraynayê) hatine diyarkirin dê bi cih werin." got.

Şoygu di Civîna Wezîrên Parastinê yên Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) ya ku li Astanaya paytextê Kazakistanê hat lidarxistin da axivî.

Şoygu bal kişand ser berfirebûna SCOyê û got ku Îran jî bûye endamê SCO û ew hêvî dikin ku Belarûs di zûtirîn dem da bibe endam.

Şoygu destnîşan kir ku ji bo îstiqrar û ewlehiya herêma SCOyê divê gavên pêwîst bên avêtin.

Şoygu, bal kişand ser şerê Rûsya û Ukrayna, têkildarî kiryarên DYA’yê yên der barê Ukraynayê de wiha got: “Amerîka pêşî pirsgirêka Ukraynayê afirand, niha jî bi zanebûn şer dirêj dike. Hêzên Çekdar ên Rûsyayê bi awayekî bi bandor operasyona leşkerî ya taybet (li Ukraynayê) didomînin. Hemû armanc dê pêk bên.” wî got.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.