GÜNDEM

RÊXISTINÊN JINAN LI AMEDÊ SÎSTEMA QEYÛMÊ NIRXANDIN

Lîjneya Birêvebirên Mehelî yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şanoya Bajêr a Amedê panelek bi navê “texrîbatên qeyûm ên di qada jinan de û avakirina xeta têkoşîna hevpar” hat lidarxistin.

Di panelê de axaftina pêşîn Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran kir û wiha got: “Em şahidên vê yekê ne ku qeyûm ji sala 2016’an û vir ve texrîbatên xwe didomîne. Qeyûm tê wateya binpêkirina mafên hilbijartin û îradeyê.” Her wiha Başaran dîyar kir ku di şaredarîyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin, dizî û sextekarî hene û wiha axaftina xwe domand: “Qeyûm dema hat peywîrê, yekser sazîyên jinan girt. Ev yek jî tê wateya tehdîda qeyûm a li ser îrade û destkeftîyên jinan. Divê em bi têkoşîneke hevpar destkeftîyên xwe bihêztir bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.