NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊYA PÎROZ YA NAMZEDÊN HECÊ YÊN JI AMEDÊ DEST PÊ KIR

Sefera namzedên hecê yên ji Amedê ber bi axa pîroz ve dest pê kir.

RÊYA PÎROZ YA NAMZEDÊN HECÊ YÊN JI AMEDÊ DEST PÊ KIR

Sefera namzedên hecê yên ji Amedê ber bi axa pîroz ve dest pê kir. Namzedên hecê yên ku ev 2 sal in ji ber şewba nexweşîyê nikarin biçin hecê, ji bo îsal hemû amadekariyên xwe temam kirin. Beşek ji namzedên hecê yên Amedê, bi beşdarîya sazîya Dîyanetê û hinek ji wan jî bi tevlêbûna organîzasyona ajansên tûrîzmê, li Balafirgeha Amedê hatin cem hev. Namzedên hecê yên ku bi şahîya îbadeta hecê xatir ji xizmên xwe xwestin, dîyarkirin ku ev hesteke pir cuda ye. Namzedên hecê yên Amedê ku bi salan xeyala çûna hecê dikirin, xatir ji xizmên xwe xwestin û ji balafirgeha Amedê derketin ser axa pîroz.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.