NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊZÎKNAMEYA DI DERBARÊ TUNDÛTÛJIYA LI DIJÎ JIN Û KARKARÊN TENDURISTÎYÊ DE LI TBMM’YÊ HAT QEBÛLKIRIN

Rêziknameya pêşîlêgirtina tundîya li ser jinan û xebatkarên tenduristîyê, ji alîyê TBMM’ê ve hat qebûlkirin.

RÊZÎKNAMEYA DI DERBARÊ TUNDÛTÛJIYA LI DIJÎ JIN Û KARKARÊN TENDURISTÎYÊ DE LI TBMM’YÊ HAT QEBÛLKIRIN

Rêziknameya pêşîlêgirtina tundîya li ser jinan û xebatkarên tenduristîyê, ji alîyê TBMM’ê ve hat qebûlkirin. Li gor qanûnê, di Qanûna Cezayê ya Tirkîyeyê de sedemên kêmkirina bi ferdî wê sînordar bin. Tevgerên nepoşman ên sûcdar wê wekî bingehek ji bo kêmkirina bijartî neyê pejirandin. Daxwazîya sûcdar ku ji bo kêmkirina cezayê xwe bala xwe bide cil û bergên xwe, wê wekê sedemek kêmkirinê neyê hesibandin. Cezayê kuştina bi zanebûn, cezayê wî muebet bû, lê eger ev sûc li jinê bê kirin, wê cezayê muebetê girantir bibe. Kiryarên ku wekê şopandina domdar têne binav kirin, wê bibe sûcek serbixwe. Li gor qanûnê, ji ber sûcê birîndarkirina bi zanebûn a li dijî personelên li sazîyên tenduristîyê dixebitin, wê bê girtin. Ji bo xebatkarên tenduristîyê wê Lijneya Berpirsyarîya Pîşeyî bê avakirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.