GÜNDEM

RÊZA AXAVTINA PROPAGANDAYÊ YA NAMZETÊN SEROKKOMARÎYÊ DÎYAR BÛ

Rêza axaftinên propagandayê yên namzedên tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê ya ku wê roja yekşemê bê kirin hat dîyarkirin.

RÊZA AXAVTINA PROPAGANDAYÊ YA NAMZETÊN SEROKKOMARÎYÊ DÎYAR BÛ

Rêza axaftinên propagandayê yên namzedên tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê ya ku wê roja yekşemê bê kirin hat dîyarkirin.

Ji bo dîyarkirina dema weşanê û dema axaftinên propagandayê yên 10 deqîqeyan ên ku namzedên serokkomarîyê di radyo û televizyonê de wê bên kirin, li YSKyê peşk hat avêtin.

Li gor encamên beşkê, namzedê Serokomarîyê yê Tifaqa Cumhûr Recep Tayyîp Erdogan wê di 24ê Gulanê de yekem axaftina propagandayê bike û namzedê serokkomarîyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû jî wê yekem axaftina propagandayê di 27ê Gulanê de bike.

Di axaftinên propagandayê de ji bilî ala Tirkîye û namzedê ku di axive, wê ti wêne neyê nîşandan. Axaftvan neçar in ku çakêt li xwe bikin û qrewatê girêdin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.