NÛÇEYÊN KURDÎ

RÊZIKNAMEYA EFÛYA SICÎLÊ KET PÊŞNÎYARA QANÛNA TORBEYÊ

Di pêşnûmeya qanûna torbe ya aborîyê ku pêşkêşê Serokatîya Meclîsê hat kirin de, ji bo kesên ku ketine "lîsteya reş" wê bê efû kirin.

RÊZIKNAMEYA EFÛYA SICÎLÊ KET PÊŞNÎYARA QANÛNA TORBEYÊ

Kesên ku deynên wan ku berîya 1ê Cotmeha 2022an hene wê ji vê rêziknameyê sûd verbigirin. Ger heya 1ê Tîrmeha 2023yan deyn bêne dayîn, wê qeydên sicîlê werin jêbirin. Kesên ku deynên xwe ji nû ve serast bikin jî wê ji rêziknameyê feydê werbigirin. Bi pêşnûmeyê re, kesên ku sicîla wan a nebaş ya li Navenda Rîskê ya Komeleya Bankeyan heye, wê ji wan re bibe fersend û şansa paqijkirinê. Wekê din, di veavakirina kredîyan û dayîna kredîyên nû de wê ti berpirsiyarîyek qanûnî û cezayî ji bo sazîyên kredîyê û darayî tune be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.