NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎRAN: ÎSRAÎL SÛÇÊN ŞERÊ BIDOMÎNE DIBE KU ENÎYEKE NÛ VEBE

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahîyan got, eger sûcên şer ên Îsraîlê yên li dijî Gazeyê dewam bikin, dibe ku enîyeke nû were vekirin.

Ebdullahîyan di civîna çapemenîyê ya ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Beyrûtê ya Lubnanê hat lidarxistin de, êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê nirxand û wiha got: "Em li gel dewletên din ên misilman hatin Beyrûtê da ku bi dengekî bilind ragihînin ku em ê êdî tehemûlî kuştinên Îsraîlê yên li dijî gelê Gazeyê nekin.

Rayedarên rojavayî, li ser îhtîmala vekirina enîyeke nû ya li dijî Rejîma Sîyonîst pirsîn. Min jî got ku ger sîyonîstan sûcên şerê bidomînin, her cure îhtîmal mimkûn e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.