NÛÇEYÊN KURDÎ

RAPORA TUNDÎYA DIJÎ JINÊ: 68 JIN HATIN QETIL KIRIN

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi minasebeta "25'ê Mijdarê Roja têkoşîn û dijbertîya tundîyê ya li Ser Jinê li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadolûyê, rapora derbarê tundîya li dijî jinan eşkere kir.

RAPORA TUNDÎYA DIJÎ JINÊ: 68 JIN HATIN QETIL KIRIN

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi minasebeta "25'ê Mijdarê Roja têkoşîn û dijbertîya tundîyê ya li Ser Jinê li Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadolûyê, rapora derbarê tundîya li dijî jinan eşkere kir. Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'ê Parêzer Derya Yildirim Rapora tundîya li Ser Jinê xwend û wiha got, "11 jin encama întîharê, 38 jin di encama tundîya nava malbatê û 19 jin jî di encama tundiyê civakî de jiyana xwe ji dest dan e. Her wiha mirina 49 jinan jî bi guman e. 33 jin rastî êrîşa cinsî hatin û di encamê de 29 jin jî birîndar bûnin. Bajarên ku herî zêde jinan lê jiyana xwe ji dest dane,di serî de bajarê Wanê, Riha, Amed û Mêrdîn jî di rêza yekemîn de ne.” Yildirimê, bal kişand ser qanûna 'şideta li ser jinê' ku bi awayekê bi bandor nayên tetbîqkirin û wiha got, “Divê polîtîkayên ku wekhevîya cinsî li hemû beşên civakê belav bike, bimeşîne. Her wiha divê cezayên bi bandor ji kesên tundîyê li dijî jnan pêktînin were sepandin û pêwiste sazî û kesên têkildar dev ji polîtîkayên bêcezakirinê berdin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.