NÛÇEYÊN KURDÎ

RAYEDAR JI BO KARA TU DAXUYANÎ NEDAN

Adem Kara ku duh ji Mîdyadê ji alîyê polîsan ve bi çekê bi awayekî giran birîndar bûbû, bi şev li nexweşxanê jîyana xwe ji dest da.

RAYEDAR JI BO KARA TU DAXUYANÎ NEDAN

Adem Kara ku duh ji Mîdyadê ji alîyê polîsan ve bi çekê bi awayekî giran birîndar bûbû, bi şev li nexweşxanê jîyana xwe ji dest da.

Duh li bazara ajelan a li navçeya Mîdyadê ya Mêrdînê Adem Kara (21) yê ku ji ber sûceke edlî hatibû girtin û hat berdan, bi îdiaya “ji kontrola nasnamê revîyaye” polîsan gule lê reşand û Kara ji paşîya stûyê xwe bi awayekî giran birîndar kirin. Kara rakirin nexweşxaneyê û digel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştê karûbarên otopsîye cenaze bir goristanê û veşart. Hat zanîn ku polîsek têkildarî bûyerê re hatîye binçavkirin. Her wiha li gor beyanên şahidên bûyerê dibêjin ku 4 polîs di cihê bûyerê de bûye. Hat dîyarkirin ku heta niha ne ji alîyê Qeymeqamîya Mîdyadê û ne jî Walîtîya Mêrdînê ve derbarê bûyerê de te daxuyanî nehatîye dayîn. Dayika Adem Kara Hasîne Kara derbarê bûyerê de wiha axivî: “Polîsê dewletê lawê min kuşt. Heta sax bim ez ê doza vê yekê bikim.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.