NÛÇEYÊN KURDÎ

RAYEDARA PFIZER: AŞÎ BI TÊRA XWE NEHATINE TESTKIRIN

Şîrîketa Pfizer ku a li dijî vîrusa koronayê aşîyê çêdike, li xwe mikur hat ku testa aşîyê ku têra ceribandinê nebûye.

RAYEDARA PFIZER: AŞÎ BI TÊRA XWE NEHATINE TESTKIRIN

Digel ku vîrusa koronayê li çaralîyê cîhanê bû sedema mirina zêdetirê 6 mîlyon kesan, ev demeke dirêj bû ewlehîya aşîyên mRNA dihat nîqaşkirin. Derbarê mijarê de îtîrafa şîrîketa Pfizer ket rojevê. Di heyama pandemîya Covid-19 de Pfizer, bi Biontech re li dijî vîrusê aşîyek mRNA çêkir û ji sala 2021an vir ve bi saya van aşîyan zêdetirê 45 mîlyar dolar pere berhevkirine. Ji vê cîroyê herî kêm 10 milyar dolar wekê qazanc hatîye tomarkirin. Rayedareka şîrîketa Pfizer Janine Small (jenîn smol), ku li Parlamentoya Ewropayê bi fîrmayên dermansazîyê re beşdarê civîneke bû, lixwemikur hat û got aşîya vîrûsa korona, bêyî ku têra xwe were testkirin û ceribandin hatîye belav kirin. Parlamenterê Holandayê yê Parlamentoya Ewropa Rob Roos, ji rayedara Pfizer pirsek wiha kir; "Berîya ku aşî were belavkirin, şîrîketa Pfîzer derbarê aşîyê de ceribadinan kiribû da ku aşî pêşîya nexweşîyê digire? Heke hatibe ceribandin, gelo hûn dikarin daneyan bi komîsyona me re parve bikin? Ez bersivek zelal û durist daxwaz dikim; erê ya jî na?” Rayedara Pfizer Small jî wiha bersiv da pirsê; "Naxêr me nizanîbû. Pêwîst bû ku em bi leza zanistî tevbigerin û fêr bibin ka bazar çawa dixebite."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.