NÛÇEYÊN KURDÎ

RICE: EM BANG LI TIRKÎYEYÊ DIKIN KU RÊZÊ LI VAN AZADÎYÊN BINGEHÎN BIGIRE

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price (Prays) derbarê cezayê girtîgehê û qedexeya sîyasetê yê li Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hatîye birîn daxuyanî da.

Price (Prays) ji Nûnerê Amerîkayê yê Koma Medyaya Cînerê re axivî û wiha got, “Em gelekî xemgîn û dilgiran in ku Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi hinceta ‘qanûnên heqaretê’ bi armanca sînordarkirina azadîya ramanê 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev cezaya neheq li dijî mafên mirovan, azadîyên bingehîn û dewleta hiqûqê ye. Em ji ber berdewamîya tawanbarkirin û dirêjkirina girtina berpirsên civaka sivîl, medya, sîyasî û karsazan li Tirkîyê bi fikar in. Azadîya derbirînê, mafê kombûn û rêxistinbûna aştîyane, bingeha demokrasîyeke saxlem e. "Em bang li Tirkîyeyê dikin ku rêzê li van azadîyên bingehîn bigire û bi lez û bez çareserîyeke adil a vê dozê bigihîne."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.